IraqNûçeRojhilatanavin

Xwesteka Îbrahîm Ceferî ji civaka cîhanî

Wezîrê karên derve yê Iraqê, ji civaka cîhanî xwest bona ji nû ve avakirina kavilkî û wêraniyên mayî yên navçeyên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê, pişta welatê wî bigire.

Li gorî rapora malpera kanala Sûmêriye News a Iraqê, Îbrahîm Ceferî li daxuyaniyeka çapemeniyê ya piştî bi dawîhatina sefera xwe ya bo Îtalyayê û beşdariya li Civîna Gotûbêjên Medîteranê li Romayê, qedrê helwêstên Îtalyayê yên piştgiriya ji Iraqê di warê perwerdekirina hêzên çekdar, teyarkirina wan bi hin çeka, helîkopter, alîkariyên mirovhezane û dewama operasyona vejiyandina bendava Mûsilê girt.

Wezîrê karên derve yê Iraqê, got: Iraq hewcedarê plana Marşalê ya pêşketî jibo navçeyên azadbûyî ye û hin welat hin soz dane û em hêvîdar in ku wan cih bînin û jibo ji nû ve avakirina xerabiyan alîkariya Iraqê bikin.

Ceferî nûçeyên li ser hebûna pirsgirêkên eşîretî yên di navbera şîe û suniyan li Iraqê, bi tamî red kirin û herwiha got: Li her parêzgeh û saziyekê, şîe û sunî hene û her du mezheb li şerrê dijî DAIŞ`ê şehîd dane û şehîdê yekemîn ji yek ji komên Heşdi Şebî bû ku ser bi suniyan bû.

Wî herwiha berdewam kir: Iraq, dijî terorîsmê ye û tu kesî jî bi koçkirinê re han nedaye û xwe têkilî karûbarên Sûriyê nake, lê ser vê bawerê ye her qeyranek ku li Sûriyê giran bibe, wê demlidest bigihîje navçeyên din jî. Wezîrê karên derve yê Iraqê, destnîşan kir ku iraqî li ser pêwîstiya sekinîna li hember DAIŞ`ê nakok nînin û li El Enbar, Selahedîn û niha li Mûsilê, serketinên mezinbi dest xistine û DAIŞ li Iraqê bi dawî tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu