CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

YE û Çînê careka din piştgirî dan Rêketinama Atomî ya digel Îranê

Rêketinama Atomî, rêketinameyeke gellekî girîng di çarçova parastina aştî û ewlehîya navnetewî de tê hesêb lê, Amerîka di çarçova hilweşandina vê rêketinamê di 8`ê Gulana sala 2018`an de jê vekişîya. Helwesta Waşîngtonê ya dijî Rêketinama Atomî ji hêla Ûrsêt, Çîn, Alman, Fransa, Ingilîs û YE`yê ve nayê qebûlkirinê.

Ligorî nêrîna YE`yê, lihevxistin û ibtalkirina Rêketinama Atomî yê dûhatên nerênî yên ewlehîyê xwe re bîne û di eynî halî de hitbara dîplomasîya Ewrûpayê dixe ber pirs  ûgumanan. Bruksel Rêketinama Atomî ya digel Îranê mînakeke rêkeitnameyeke çendalî dizane ku dikare wekî modêlek jibo çareserkirina minaqişeyên din ên navnetewî jî were bikaranînê. Rayedarên pillebilind ên YE`yê bi caran pêgirî ser vê yekê kirine. Çînê jî wek hêzeke navnetewî helwesta YE`yê girtîye ber xwe.

YE`yê û Çînê di civîna hevpar a xwe û daxûyanîya dawîya wê de careka din ragihandin ku pêbendê sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî ya digel Îranê de û sozdarê cihanîna tam a wê ne tevî peymanşikênîya Amerîkayê. YE`yê û Çînê di wê daxûyanîyê de herwiha pêgirî ser piştgirîya ji berjewendîyên aborî yên di encama Rêektinama Atomî de jibo Îranê jî hatîye kirinê. YE`yê û Çîn bi tundî ji helwesta Amerîkayê ya himberî îranê aciz in û her derfetekê jibo ragihandina sozdarîya xwe têkildarî Rêketinama Atomî ya digel Îranê bikar tînin. Ew ne digel wan karan in ku dewleta Serokomarê Amerîkayê Donald Trump dijî Rêketinama Atomî dike. Ev mijara nîşan dide ku cîhan guh nade kiryarên bikîn ên Amerîkayê yên dijî Îranê û hela jî pişta Têhranê digire.

Di daxûyanîya hevpar a Çîn û YE`yê de amajeyî birojkirina Reaktora navokî ya Erakê jî hatîye kirinê û hatîye ragihandinê ku divê ev kara were domandinê. Di rastîyê de her du alî dixwazin nîşan bidin ku tevî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, alîyên din berpirsîya xwe cih tînin. Çîn û Îranê du salan berî niha rêketinameyek têkildarî guhertina nijayara Rektora Erakê û birojkirina wê wajo kirin. Çînê û YE`yê di daxûyanîya xwe da careka din daxwaza pêşxistina vê planê kirine û ragihandine ku tu xalifînek li Bernama Navokî ya Îranê ligorî 14 raporên Ajansa navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) tineye.

Pêgirîya Pêken û Brukselê ser hin babetan ji wan ragihandina pêbendîya li Rêketinama Atomî û pêwîstîya parastina wê û parastina Peymana Av û Hewayê ya Parîsê, bi aşkirayî nakokîyên di navbera Çîn-Ewrûpa û Amerîkayê de nîşan didin. Dewleta Trump ji wan du peymanên navnetewî yên gellekî girîng derketîye. Ligorî gotina Li Shovang çavdêrê meseleyên sîyasî ji Çînê, ewrûpî û alîyên din ên vê rêketinamê himberî Amerîkayê disekinin çinku wan nijyarên netewî û serwerîyê yên xwe hene û wiah nîne ku di her warekî de teslîmê Amerîkayê bin.

Hays Borg şirovekerê fransî jî dibêje: Peywendîyên Çîn û Ewrûpayê gellekî girîng û nêzîk in. Wan di daxûyanîya xwe ya hevpar de bala xwe dan ser hin rêketinaman ku bi sîyasetên Trump re tam ferq dikin û lewma ev yeka nîşan dide ku Çîn û Ewrûpa tevî hevdengnebûna di hin mijaran de, di gellek mijaran da hevdeng in.

Ligorî nêrîna YE`yê û Çînê, helwesta Amerîkayê himberî Îranê, tam berovajî qayde û qirarên navnetewî ye û bûye sedem ku aştî û ewlehîya navçe û cîhanê bikeve ber xeterê û tehlukeya rûbirûbûn û pevçûnê zêde dike. Bi vî awayî berovajî daxwaza Amerîkayê û helwesta yekalî ya Waşîngtonê ku hertim pêgirîyê ser ibtalkirina Rêketinama Atomî û dijwarkirina zextên ser Îranê dike, zilhêzên cîhanî ji wan Ewrûpa û Çîn xwazyarê parastina vê rêkeitnama gellekî girîng in.

Başa dön tuşu