ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Yehya Serî: 9 efserên siûdî û 45 kes ji hêzên ser bi hevalbendiya siûdî hatin kuştin

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê raghand: Li operasyona mûşekî ya artêşa Yemenê ser başûrê Erebistanê, 9 efserên siûdî û 45 kes ji hêzên ser bi hevalbendiya siûdî hatin kuştin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê El-Mesîrê, Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê raghand: Eskerên hanê li encama êrişa mûşekî ya siba yekşemiyê ya yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê ser meqera eskerên siûdî li rojava Tewalê li Cîzana Erebistanê bi mûşeka Balistîk a Bedrê 4, hatin kuştin.

 Yehya Serî her wiha got: Li vê operasyona mûşekî bi dehan kes ji eskerên siûdî jî birîndar bûn.

  Di hemen demê de, hêzên yemenî şeva buhurî balefireke bê firokevan a sîxoriyê ya hevalbendiya siûdî li navça nasiyar bi km 16`an li Hudeydê sernixûn kirin.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu