ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Yekim gemiya pêşektî ya geştyariyê ya Îranê bo nav avê hat avêtin

Yekim gemiya pêşketî ya rêwîhilgir û geştayriyê ya Îranê bi zûrûfa guhestina 220 lêniştiyan bi beşdariya Sûrêna Setarî alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û Xulamhuseyn Muzeferî rêveberê navça azad a Kîşê başûrê Îranê hat avêtin nav avê.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê navê vê gemiyê, Tarman Top Tours e û gemiya herî pêşketî û herî mezin a rêwîhilgirê ê Îranê tê hesabê.

  Gemiya rêwîhilgir a Tarman Top Tours ku  tesdîqa navneteweyî heye xêncî hilgirtina rêwiyan dikare  heya 80 ton bar û 10 trimbêlan veguhezîne û ji riya du deriyan bar hilgirê û barê xwe vala bike.

 Lezgînî, hêza deryavaniyê  di hewayên curbicur heta hereketa li pêlên  bilind ên 4 mêtrî ji taybetmendiyên  gemiya  tamtorsê ne.

 Behrewergirtina ji gemiya rêwîhilgir a tap torsê duwem plana  geştyariya deryayî ye ku li çar rojên buhurî li girava Kîşê cih hatiye.

 Li yekim plana roja  pêncşemiyê 21 Adarê yekim xwarngeha deryayî û jêrderyayî ya Îran û Rojhilata Navîn  xebata xwe destpê kir.

Başa dön tuşu