Yekim gemiyê Japonyayê li bendera Îmam Xumêynî(Rehmetullah eleyh) sekinî
Yekim gemiyê hêla gemîvaniya N.Y.K a Japonyayê gihêşt navça taybet a aborî ya bendera Îmam Xumêynî (Rehmetullah eleyh) û li vê navenda sekinî.
Li gorî rapora IRIB Newsê, alîkarê deryayî û benderî yê dayira giştî ya bender û deryavaniya parêzgeha Xûzistanê diyar kir: Piştî zêdebûna asta danûstandinên ticarî yên Îranê û pêşewaziya hêlên gemîvaniya bi hitbar ên cîhanî ji vê derfetê, yekim paporê gemîvaniya NYK ya Japonyayê ser navê Iwami hilgirê wereqên pan ê hesinan li navça taybet a aboriyê ya bendera Îmam Xumêynî(Rehmetullah eleyh) seninî û barê xwe danî. Graylo her wiha diyar kir:Ev gemiya piştî barkirina barê xwe li yek ji benderên mezin ên Japonyayê, bi vê hêla gemîvaniyê bo meqseda bendera Îmam Xumêynî(Rehmetullah eleyh) hilgirt û bi vî awayî rewş jibo danûstandina rasterast û bêtir a kelûmelan navbera benderên du welatan pêk hat .
Hêla gemîvaniya NYK a Japonyyaê hêla 11an a hêla herîbaş a gemîvaniay cîhanê ye ku nêzîkî 100 salan pêşîne û ezmûna wê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)