EwropaMafên MirovanNûçe

Zêde ji 500 kuştî li encama gulleavêtinên li Şîkagoyê

Hejmara goriyên gullevaêtinên li bajarê Şîkagoyê li navenda eyaleta Îlînwîz a Emerîkayê îsal ji 500 kesî derbas bû.

 Li gorî rapora rojnama Los Ancilês Timesê  ji ber dewama  gullevaêtinên bikuj li bajarê Şîkagoyê ya Emerîkayê îsal hejmara  goriyên   bikaranîna çekan  li vî bajarî gihêşte 500 kesan.

Li gorî vê raporê, Bi kuştina  herîkêm 13 kesan  li encama  gulleavêtinên  hefteya buhurî li bajarê Şîkagoyê amara  kuştiyên  li encama  gullevaêtinên  vî bajarî li sala 2016an  gihêşte  zêde ji 500 kesan.

Li gorî nivîsa rojnama  Los Ancilês Timesê li dirêjahiya  betlaneyên dawiya heftiyê li Şîkagoyê zêde ji 60 kes ketine ber gulleyan.

Gulleavêtin hegerên  sereke  yên mirinê li Emerîkayê ye û salê zêde ji 30 hezar kes  ji ber bûyerên  girêdayî bi  çek û sîlehan  canê xwe ji dest didin.

Tevî ku dewleta Emerîkayê bi caran daxwaza pejirandina  qanûnên  dijwar ên rakirina  çek û sîlehan kiriye lê lobiya şîrketên çek û sîlehan  heya niha rê li ber vî karî girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu