NûçeRojhilatanavinYemen

Yemen: Em agirbesteke mayînde dixwazin

Serokê Danûstandinan a Yemenê diyar kir ku ew agirbesteke mayînde dixwazin û got: “Tenê ji ber ku Koalîsyona Siûdî ji berteka Artêşa Yemenê ditirse êrîşên wan rawestand.”

Serokê Komîteya Danûstandinan a Yemenê û herwiha Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdûs Selam.

Di daxûyaniya xwe de, agirbest yek ji destkeftên herî girîng ên vî welatî di sala borî de bi nav kir û got: “Ji ber ku ev agirbest dawî li kirîza berhemên petrolê yên Yemenê anî.”

Abd-us Selam li ser axiftina xwe ji kanala nûçeyan a “Al Mesira” re jî bal kişand ser vê yekê ku Yemenê di sala 2022’an de xwedî artêşeke nîzamî bû û got: “Yemen hertim alîgirê aştiyeke mirovî û mayînde bûye. Ev der hawîrdoreke aştiyê ye ku mijarên mirovahî ji mijarên siyasî û leşkerî tên veqetandin.”

Başa dön tuşu