CîhanEwropaNûçe

YE`yê li benda biryara Londonê ya derbarê paşdaxistina cihanîna Brexitê ye

Muzakirekerê pilebilind ê YE`yê di warê vekişîna Ingilîsê ji vê Yekitîyê de got ku Bruksel berî biryardayîna derbarê paşdaxistina cihanîna Brexitê de, li benda bijartin û biryardayînê ye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Muzakirekerê pilebilind ê YE`yê Michel Barina îro bi ragihandina vê yekê ku YE`yê jibo “Brexita bêyî lihevkirinê“ amade ye, dîyar kir: Eva erka Ingilîsê ye ku rêyekê jibo xilasbûna ji vê asêbûnê peyda bike.

Komîserê Aborî yê YE`yê Pierre Moscovici jî ragihandîye ku heta 29`ê Adarê hîç muzakireyek derbarê Brexitê da nayê kirin ji ber ku Ingilîsê şansê xwe yê dawîyê jî bikar anî.

Endamên Parlimana Ewam a Ingilîsê roja sêşem 12`ê Adarê jibo cara duyem dengê Na dan lihevkirina di navbera dewleta vî welatî û YE`yê ya derheq cihanîna Brexitê de.

Dengwergirtina duh li Parlimana Ewam a Ingilîsê derbarê wê lihevkirina nû bû ku anegorî wê YE`yê û Ingilîsê tevî xwedûrgirtina ji kivşkirina sînorekî di navbera Îrlenda Bakur û Komara Îrlendê, lihev kiribûn ku şert û mercên derketina Londonê ji Yekitîya Gumrikî ya Ewrûpayê heta sala 2020`an pêk bên.

Parlimana Ingilîzê berî vîya di 15`ê Çillê de, lihevkirina Bruksel û Londonê ret kiribû.

Dewleta Ingilîsê divê heta 29`ê Adarê ji YE`yê vekişe.

Başa dön tuşu