ÎranIraqNûçeRojhilatanavin
YNK û PDK dixebitin pêwendiyên xwe bi Îran û Tirkiyê re çêtir bikin
Siyasetmedarekî kurd ê Iraqê got ku du partiyên Demokrat (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) pir dixebitin ku pêwendiyên xwe bi welatên cînar yên wek Tirkiye û Îranê re çêtir bikin.
Li gor nûçeya IRNA, Sekreterê giştî yê Tevgera Reform û Geşedanê ya Herêma Kurdistana Iraqê Muhemed Bazyanî li hevpeyvîna bi medya navçê re got: PDKji bo hedefê gotûbêjên xwe bi partiyên şîe yên Iraqê re despê kirine û hewl dide pêwendiyên xwe bi tevgerên şîe xweştir bike û bi vî awayî xwe nêzîkî Îranê dike. Ji aliyê din ve YNK jî nivîsgeha Tevgera Azadiyê ya ser bi PKK girê da û siyasetên xwe yên derve nêzîkî Tirkiyê dike.