NûçeRojhilatanavinSûriye

YPG kontrola sê taxên rojhilata Helebê radestî artêşa Sûriyê kirin

Kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê ragihand ku kurdan kontrola taxên Şêx Meqsûd, El Helek û Bistan Paşaya rojhilata Helebê radestî artêşa Sûriyê kiirn.

Li gorî rapora êvara Pêncşemiyê ya IRNAyê, ev tax beriya niha li bin kontrola hêzên Yekîneyên Parastian Gel (YPG) bûn ku hêzên wan ji bo berevaniya Efrînê ev navçe terikandin û kontrola wan radestî artêşa Sûriyê kiirn.

Ala Sûriyê li van navçeyan li dewsa ala YPGê hat bilindkirin.

Artêşa Sûriyê li ser daxwaza YPGê bviryar e heta çend saetên din bikeve bajarê Til Refetê li parêzgeha Helebê jî.

Mihemed El Ferec fermandarê hêzên berevaniya gelanî yên Sûriyê jî îro got ku “Em li ser fermana dewletê û ji bo têkşikandina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê hatine”.

Kanala Russia Today a Erebî ji zarê El Ferec her wiha ragihand: “Em ji bo wêdadayîna êrîşa Tirkiyê dê heta dawiyê li kêleka rûniştiyên Efrînê bimînin”.

Wî got: “Hejmareka zêde ya hêzên berevaniya gelanî bi pêşwaziya rûniştiyan ketin nav Efrînê”.

Başa dön tuşu