Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Zarokên aware yên sûrî li Tirkiyê ji hêla cinsî va dikevin ber destdirêjiyê

Rojnameyeke Tirkiyê eşkere kir ku zarokên aware yên sûrî li vî welatî ji hêla cinsî va tên azirandin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê, 12`ê Gulana 2016`an, a ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, Erk Ekarîr, nûçegihanê rojnameya Bîrgona Tirkiyê ku ev serşûriya eşkere kiriye, ji ajansa nûçeyan a Almanê ra got: Kedkarekî kampa awareyên sûrî li navçeya Xazî Entabê li başûrê Tirkiyê ji hêla cinsî va destdirêjiya li 30 zarokên sûrî kiriye ku temenê wan ji heşt heta diyanzdeh sdalî ye.

Erk Ekarîr her viha got: Ev bûyera di sala 2015`an da qewimiye, lê nûçeya wê heta niha nehatiye weşandin.

Navenda bûyerên awarte ya Tirkiyê nasyar bi AFAD`ê ku girêdayî bi saziya serokwezîrtiya vî wealtî ye bi daxuyaniyekê ragihand ku ev zarok ketine ber baldariyên rewanî û kesê dxestdirêjker ji bo darizandin û şopandina dadweriyê bo dadgehê hatiye nasandin.

AFAD`ê rojnameya Bîrgonê bi sûcê şopandina armancên pîs û berovajîkirina agahiyên têkildarî vê destdirêjiyê tawanbar kir û idia kir ku gişt kiryarên pêwsît ji bo girtina rê li ber dubarebûna bûyerin visa pêk hatine.

Eva li halekî ye ku Tirkiyê ev kampa ku ciyê mayîna 19 hezar awareyên sûrî ye, wek kampeke mînak ji bo penaxwazan daye nasandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu