AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna hejmara goriyên koçberan

Saziya navneteweyiya Koçberiyê qala tomarkriina asta herî jorîn a koçberên ku jiyanan xwe di rê da ji dest dane an bê ser û şûn bûne, kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mehr News`ê ji zarê Dayli Sabah`ê Saziya navneteweyiya Koçberiyê roja duşemiyê ragiahnd: Hejmara kesên ku di heyama yek sala buhurî da terka welatê xwe kirine û bi armanca peydakirina ciyekî ewleh koç kiirne û di vê rêkê da hatine kuştin, heft hezar û 189 kes bûye.

Vîliyam Spîndler berdevkê komîsaryaya bilind a penaxawzan a Rêxistina neteweyên yekbûyî (NY) jî di vî warî da got: sala buhurî kesên ku karîne Deryaya Sipî derbas bikin, zêdetir ji miliyonek kesî bûne ku îsal anku sala 2016`an da ev reqem gihîştuiye sêsed û bîst û heşt hezar kesî.

Li ser esasa vê raporê, amara kesên kuştî yên ihtimalî yên tom,arbûyî gihîştiye heft hezar û 200 kesî ku nîşana zêdebûna ji sedî 20`ê li bercî sala 2015`an e.

Di dewama vê raporê, vê saziyê hişiyarî da ku heke koçberî di sala îsal da bi vî awayî were domandin, rojane bi awayekî navgînî 20 kes û heta dawiya salê 200 heta 300 kesî ji nav herin.

Li vê raporê riya dwerbasbûna ji Derayay Sipî ji bo gihîştina bo ewropayê (Welatên Îtalya, Yewnanistan, Qêbrês û Spanya), ji riyên din wek başûr û bakurê Afrîqayê, Amerîkaya latîn û Navendî û sînorê navbera Amerîka û Mêkzîkê ku li deverên din ên cîhanê ji bo koçberiyê tên bijartin, bi amara sê hezar û 800 kesên kuştin, mirinbartirîn rê hatine zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu