ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî û Pûtîn li Şanghayê civîyan

Serokê Komara Islamî ya Îranê û serokomarê Rûsyayê îro li rex hijdehemîn civîna Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê li Çînê hevdîtin pêk anîn.

Hesen Rûhanî û Vladmîr Pûtîn li vê civînê pêgirî li ser berfirekirin û xurtkirina peywendîyên sîyasî û aborî kirin.

Rûhanî û Pûtîn herwiha hin meseleyên herêmê û rewşa herî dawîyê ya rêketinama navokî hilkolandin.

Rûhanî ku li gorî gazîkirina Şî Cîn Pîng serokomarê Çînê ji bo pişkdarî û axavtina li hijdehemîn civîna serokên welatên endamê Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê duh giheşe Çînê, vê sibê herwiha bi Memnûn Hisên serokomarê Pakistanê re civîya.

Serokên 8 welatên endam û 4 welatên çavdêr û herwiha berpirsên sazîyên navnetewî li vê civîna Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê pişkdar in.

Civîna serokên Sazîya Hevkarîya Şanghayê yê di rojên 9 û 10`ê Hezîranê li şarê Çîngdao yê Çînê bê lidarxistin.

Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê di sala 2001`ê de hat avakirin. Çîn, Ûrsêt, Qazaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan û Uzbekistan endamên dayîmî yên vê sazîyê ne. Îran jî endamê çavdêr ê Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê ye.

Başa dön tuşu