CîhanNûçe

Zêdebûna hejmara kuştiyên rûdawa mirinbar a Eyaleta Florîdayê

Hejmara kesên ku ji ber reşandina gullan ser rêwiyan li Eyaleta Florîdayê hatine kuştin zêdetir bû.

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`ê, Li balafirgeha Navdewletî ya Fort Lauderdal a Hollywood`ê ku li Eyaleta Florîdayê ye kesekî duh îniyê bi awayekî rasthatî gule bi ser rêwiyan de reşand ku di vê êrişê herî kêm 5 kesan can da û 13 kes jî birîndar bûn.

Hat raghandin ku êrîş li termînala diduyan a balafirgehê pêk hatiye û êrîşkar di bin çavderiya polîsan de ye.

Barbara Şerîf şaredarê bajarê Broward County`yê li bara vê êrişê got: Kesê êrişker hema bi tenê êrişî ser xelkê kiriye û kesek din pêra nebûye .

Esteban Santiago sebebkarê vê rûdawê hatiye naskirin û niha jî li destê polîsê Amerîka daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu