FilistînNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna nigeraniya saziyên navçeyî û navneteweyî ji cinayetên Îsraîlê

Rexna saziyên navçeyî û navneteweyî ji cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê Filistînê li halekê zêde bûye ku qawetên bibandor ser van saziyana bi xemsariya li hember mafên gelê Filistînê bûne şirîkê cinayetên vê rejîmê.

 Stefan Obrayn, alîkarê Ban Kî Mûn  sekreterê giştî yê NY 23 Mijdarê li civîna  konseya ewlehiyê dilgiraniya xwe li bara  zêdebûna zevtkirina erdên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê ji aliyê siyonîstan da xûyanê û got xopan û zevtkirina  erdên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê pêka  sala 2015an 2 beramber bûye.

Nîkolay Miladînov şandiyê taybet ê NY li rojhilata navînê jî bi şermezarkirina  biryara Rejîma Siyonîstî jibo çêkirina malên nû li kêleka  rojava  ya çemê Urdinê bitaybet li rojhilata Beyt Ul-Muqedesê ji vê rejîmê xwest ku xebatên xwe yên neqanûnî rawestîne.

Ehmed Ebûqeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban jî roja sêşemiyê li axiftina xwe nav koma  rayedarên  welatên ereb û Efrîqayê li çaremîn  civîna  rayedarên  van welatana  li Malaboyê paytexta  Gîna  Ustiwayî tekez kir ku  sersariay li hember mafên rewa yên gelê Filistînê tenê dibe sedema hesta  zilma zêdetir  a gelên ereb û rewşê jibo kiryarên terorîstî û tund û tûjiyê xweş dike.

Fukara Obraynê û Miladînovê li bara cinayetên  Îsraîlê li dijî filistîniyan  li halekê ye ku  NY heya niha pêngavek ranekiriye ku vê rejîmê neçar bike  dev ji cinayetên xwe berde.

Civata giştî ya NY heya niha bicaran bi pejirandina  hin biryarnaman cinayetên Îsraîlê şermezar kiriye lê biryarnamên  civata giştî cih anyên. Konseya Ewlehiyê ya NY ku kiryar û biryarnamên wê garantiay cihanîna wna heye bitaybet li çarçowa xala 41 û 42yan tê nimandinê pêngaveka herî biçûk jî jibo şermezarkirina  cinayetên  Îsraîlê ranekiriye ji ber ku  qawetên  rojavayê bitaybet Emerîka li vê konseyê mafê vetoyê jibo piştgiriya ji Rejîam Siyonîstî bikar tînin.

Ehmed Ebûqeyz sekreterê giştî yê Yekitiya ereban li halekê binpêkirina mafên filistîniyan ji aliyê artêşa Îsraîlê rexne kir ku ji aliyekê ve li çarçêva ev rêxistina erebî tu hewldanek jibo berevaniya  ji mafên filistîniyan cih nehatiye û ji aliy din ve hevahengiya hin endamên  ev saziya erebî ji wan Erebistana siûdî ku îdiaya  rêberiya  vê rêxistinê jî heye bi siyasetên Îsarîlê zêdetir bûye.

Herçend ku  15 mîn întifaza Qudsê ya filistîniyan li dijî Îsraîlê jî derbas dibe û heya niha  bi sedan filistînî şehîd û birîndar bûne lê Yekitiya ereban û qawetên  erebî ên dawakarê piştgiriya ji filistîniyan tu pêngevek jibo berevaniya ji xelkê Filistînê an jibo şermezarkirina  cinayetên Îsraîlê ranekirine.

Ev siyaseta  di rewşekê de ji aliyê welatên ereb tê şopandin ku li dehekên berê piştgiriya ji Filistînê ji wan armancên welatên erebî û ji çavkaniyên giring ên rewabûna hukimdarên  ereb dihat hesabê.

Dilgiranî û şermezarkirinên devkî yên rayedarên  saziyên  navçeyî û navneteweyî bandoreke berbiçav û kêrhatî ser jiyana  dijwar a filistîniyan nake û Rejîma Siyonîstî jî neçar nake ku  cinayetên xwe kêm bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu