AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna qasa kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va

Tevî hebûna zextên giran li ser Dêhliya Nû, wezîrê niftê yê Hindê ragihand: Kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va zêde bûye.

Li gorî rapora Sputnikê, Darmêndra Pradham, Wezîrê niftê yê Hindê roja Duşemiyê li Parlimanan Hindê tevî redkirina rapora Ajanên Lêkolînî yên Rojavayî derbarê kêmbûna asta kirrîna nifta xav a Îranê ji aliyêî vî welatî va, got: palavgehên Hindê Hezîrana îsal pêka Hezîrana sala bihurî anku sala 2017an, sedî 48ê zêdetir nift ji Îranê kirrîne.

Wezîrê niftê yê Hindê got: Hindê di meha Hezîrana sala 2017an da 1.9 miliyon ton nifta xav ji Îranê kirrî, li halekî ku ev qas di hezîrana îsal da gihîşte 2.82 miliyon tonî.

Li sefera Sibata bihurî ya Hesen Rûhanî, serokê Komara îslamî ya îranê bo Hindê, Dêhliya Nûyê soz da ku kirrîna nifta xav ji Îranê ji 205 hezar bermîlî di rojê da bigihîne 396 hezar bermîlî.

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an ji Lihevkirina Atomî derket û piştî wê ragihand ku li gorî boykotên nû dê heta 4ê Mijdara 2018an asta derfirotiannifta Îranê bigihîne sifir.

Waşîngtonêî ji welatên cîhanê xwestiye ku wek beşek ji boykotên aborî dijî Îranê, kirrîna nifta Îranê bigihînin sifir. Lê gellek ji welatên cîhanê ragihndine ku vê xwestek Amerîkayê cih naynin.

Başa dön tuşu