NûçeRojhilatanavinSûriye

Desthilata artêşa Sûriyê ser 6 navçên din li bakûra balafirgeha Ebûzihûr`ê

Artêşa Sûriyê û hevalbendên xwe karîn li başûra rojhilata Idlibê sê bajarok û 3 bilindiyên vê navçê ji destê terorîstên nasyar bi Cibhetul-Nusreh derxînin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedêr êvara duh pêncşemê operasiyona xwe ya dijî terorîstên Cibhetul-Nusreh li Rîfa başûrî ya rojhilata parêzgeha Idlibê berfireh kirin.

Pişka ragihandina şêr a artêşa Sûriyê ragihand, hêzên berxwedana Sûriyê karîn li bakûra balafirgeha eskerî ya Ebûzihûr li hemberî terorîstên Cibhetul-Nusreh serketinên zav bînin dest û nîzikî bajarokê staratijîke Seraqib bibin, bajarokê ku pêgehekî girînge Cibhetul-Nusreh li rojhilata Idlibê`ye.

Hatiye ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê bajarokên El-Suwêyte, Umul-Keramul û El-Wasite û bilindiyên Tel-Faxar, Tel-Cîne û Tel-Husên ji destê terorîstan azad kirin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê herwisa li başûra Helebê jî bajarokê Etşanul-Qerbiye azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu