CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zêdetirî 2 milyar însan ji vexwarina ava paqij mahrum in

Raporta Neteweyên Yekbûyî derxist holê ku li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij tuneye û 4,5 milyar însan jî nikarin xwe bigihînin xizmetên paqijiya sihhetê.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û UNICEFê raportek bi navê “Ava vexwarinê, sanîtasyon û pêşdeçûnên di warê paqijiyê de 2017” ku bi hev re amade kiribûn parve kirin. Li gorî raportê li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij a vexwarinê tuneye. Yanî ji 100 kesî 30 kes bêav in.

Di berdewamiya raportê de tê gotin ku 4,5 milyar însan jî xizmetên paqijiyê û sihhetê bêpar in. Ev jî ji her 100 însanî 60 kes dike. Raportê bal kişand ser wê yekê ku li gelek mal, dibistan û saziyên tenduristiyê jî sabûna destşûştinê tuneye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu