AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Zemîneyên berfirekirina peywendîyên Îran û Tirkîyê hatine dabînkirinê

Mihemedibrahîm Tahêrîyanferd sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Tirkîyê şeva buhurî li hevdîtina ligel rêvebirên Ajansa Nûçan a Anadoliyê herwiha got: Serokomarên Îran û Tirkîyê heta niha sê caran hevdîtin pêk anîne û hevdîtina wan a çaran jî yê bihara tê li Têhranê pêk bê.

Tahêrîyanferd herwiha got: Heta niha 26 civînên komsyona hevpar a her du weltan jibo çêtirkirin û hêsankirina peywendîyên her du welatan hatine lidarxistinê û armanca Têhran û Enqerê jordabirina asta danûistandinên aborîyê heta asta 30 milyard dolarî di salê da ye.

Wî bal kişand ser seredana zêde ji milyonek û 600 hezar geştyarên îranî li Tirkîyê û got: Îranê potansîyelên zef jibo berfirekirina peywendîyên aborîyê hene û welatên ewropî û rojhilata Asîyayê bilez asta peywendîyên ligel Îranê jorda birin.

Sefîrê Îranê li Tirkîyê bibîr xist: Bi çalakkirina xebatkarên beşa sivîl û odeyên pêşe, meiden, bazirganî û sermayedanîna hevpar, demsaleke nû li peywendîyên Îran û Tirkîyê destpê dibe.

Tahêrîyanferd herwiha mêdya yek ji wesîleyên herî kêrhatî yên dîplomasîyê û hêsnakerê peywendîyên dostane yên welatan zanî û got: Îran piştgirîyê dide danûistandina erênî di navbera Ajansa Nûçan a IRNA`yê û Ajansa Nûçan a Anadoliyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu