Zengene: Bazara cîhanî nikare cihê vala yê nifta Îranê tijî bike
Wezîrê niftê yê Îranê got: Berhemanîna nifta Erebistanê û Rûsiyê niha di asta xwe ya herî zêde dî dîroka xwe deye û ev du welat zirûfeke zêdetir bona berhemanîna zêdetir û girtina cihê nifta Îranê tine ne.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News` ê, Bîjen Zengene, lawaziya Erebistan û Rûsiyê li warê berhemanîna nifta zêdetir û girtina cihê para Îranê sedema dilgiraniya bazarê da zanîn û got: zêdekirina buhaya niftê bandorê ser aboriya cîhanê dike.
Wezîrê niftê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Erebistan bi zimhêrên xwe kariye navbera Gulanê heya Îlona 2018an rojê 500 hezar bermîlên nifta Rûsiyê jî li meha Îlonê pêka Gulanê 388 hezar bemîl di rojê de zêde bûye ku di asta xwe ya herî bilind de ye loma Rûsiye jî di demeke kurt de bêyî xebitandian sermayê li pêşeyên serdestê xwe nikare ji viya zêdetir berhemanîna xwe zêde bike.
Zengene li bara xalifîna Erebistanê ji hevhatina OPEC` ê li bara kêmkirina berhemanîna niftê destnîşan kir: Ev xalifîna bi zexta Emerîkayê ser taxima desthilatdar cih hatiye.
Endamên OPECê 22 Hezîrana 2018`an li civîna wezîrê niftê li Viyenayê biryar dan ku kêmkirina berhemanînê bi qasî yek milyon û 800 hezar bermîlê li rojê hema wisa bimîne.