ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Îran pêbendê lihevkirina endamên OPEC`ê ya li civîna Cezayirê ye

Wezîrê niftê yê Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê pêbendê lihevkirina endamên OPEc`ê ya li civîna Cezayirê jibo kêmkirina asta derxistina nifta xwe ye.

Li gorî rapora şebekeya ragihandinê ya nift û gaza Îranê (SHANA), Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê şeva buhurî li koma nûçegihanan li bajarê Vîyen paytexta Otrîşê ragihand ku Komara Islamî ya Îranê yê asta derxistina niftê li gorî lihevkirina di civîna OPEC`ê ya di Îlona buhurî li Cezayirê da jorda nebe.

Di civîna awarte ya OPEC`ê ya li Cezayirê da endamên vê sazîyê lihev kirin ku Îran dikare di rojê da heta 4 milyon 100 hezar bermîl niftê derxe.

Bîjen Zengene li rex civîna OPEC`ê li Cezayirê pêkutî kiribû ku Îranê dil heye pişka xwe ya ji sedî 13 ji asta nifta OPEC`ê ya berî boykotan, bidest bixe.

Qirar e ku civîna 171`ê ya endamên OPEC`ê sibê li Vîyenê bê lidarxistinê û hilkolandina hûrgilîyên cihanîna lihevkirina endamên vê sazîyê jibo kêmkirina derxistina niftê, yek ji mêhwerên herî girîng ên gotûbêjên civîna Vîyenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu