AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Mesela Firîza Niftê li bara Îranê di rojevê da nîne

Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê got ku mijara Firîza Niftê li bara Îranê di rojeva civîna welatên endamê OPEC`ê da nîne.

Bîjen Namdar-Zengene wezîrê niftê yê Îranê ku jibo pişkdarîya li 171`emîn civîna OPEC`ê serdana Vîyenê kirîye, îro berî destpêbûna vê civînê li koma nûçegihanan got: Mijara Firîza Niftê (Misogerkirina asta derxistina niftê) û yan kêmkirina pişka Îranê bi tu awayî di rojevê da nîne.

Zengene herwiha got: Rêbazek din bilî Firîza Niftê hatîye hilêxistinê ku yê piştî lihevkirina di civîna îro da bê ragihandinê.

Eva li halekî ye ku Xalid Falih wezîrê ênêrjîyê yê Erebistanê ragihand ku OPEC nêzîkî lihevkirina li bara kêmkirina asta derxistina niftê bûye û Rîyaz yê dengê erê bide misogerkirina asta derxistina nifta Îranê ya berî boykotan.

Qirar e ku civîna 171`ê ya endamên OPEC`ê sibê li Vîyenê bê lidarxistinê û hilkolandina hûrgilîyên cihanîna lihevkirina endamên vê sazîyê jibo kêmkirina derxistina niftê, yek ji mêhwerên herî girîng ên gotûbêjên civîna Vîyenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu