ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengila destpêbûna Perwerdehiyê Îranê îro Şemiyê hat lêxistin

Zengila destpêbûna Sala nû ya Perwerdehiyê li Îranê îro Şemiyê bi merasimekê bi awayê vîdyo konferans bi amadebûna Serokomêr û Wezîrê Perwerdehiyê hat lêxistin.

Di destpêka vê rêûrismê da Musin Hacî Mîrzayî Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê raporek ji xebata vê wezaretxaneyê û tevdîrên pêşbînîkirî jibo Sala nû ya Perwerdehiyê di rojên koronayî da raber kir û piştî wê Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê axivî.

Sala nû ya Perwerdehiyê li Îranê bi mebesta cubrankirina paşketina fêrkariyê di sala pêş da ji ber pandemiya Koronayê li welêt, du hefteyan zûtir ji salên berê destpê bû.

Zêde ji 15 miliyon xwendevanên îranî di 110 hezar dibistanan bi lêxistina zengila Sala nû ya Perwerdehiyê bi berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê çûn ser polan.

Îsal li Îranê miliyonek û 100 hezar xwendevan yên pola yekem in.

Başa dön tuşu