Şîrketa sîgortayê (temînê) ya Îsvîçre Swiss Re lêkolînekî kiriye û di dawiya lêkolîna xwe de gihaye wê encamê ku zerara xwezayî li gor sala borî ji %63 zêde bûye.
Li gor ragihandina şîrketa Swiss Re yê di sala borî de, zerara ku ji felaketên xwezayî çêbûne maliyeta wan 188 mîlyar dolare. Îsal ev rêje ji %63 zêde bûye û gihaye 306 mîlyar dolarî.
Ji van felaketan bêhtir qit’a Amerîka zerarê diye. Her wekî Harvey ya ku li Karayip û başûrê Amerîkayê çêbû: Her wekî bobelatên Maria û Irmayê, erdhejên li Meksîkayê û şewatên li Kalîforniyayê.
Di bobelatên îsal de ji 11 hezar kesî zêdetir kes mirin.