ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bila Ewropa sozên xwe yên têkildarî Rêketinama Atomî cih bîne

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vîya ku ewropîyan rêyên curbicur ji bo parastina Rêketinama Atomî raber kirine, dîyar kir: Pêwîst e ewropî bilî ragihandina sozdarîya sîyasî, li piratîkê pêngavên pêwîst ji bo parastina Rêketinama Atomî hildin.

Mihemedcewad Zerîf îro li koma nûçegihanan herwiha got: Heke welatên curbicur dixwazin ji berjewendîyên Rêketinama Amerîkayê xêrê bibin, divê ji bo parastina vê destkevtê, li piratîkê pêngavan rakin û berdêla wê jî bidin.

Zerîf bi gotina vîya ku amerîkî ne tenê xwe qanûnê binpê dikin belkî zorê didin ser welatên cîhanê ku ew jî qanûnê binpê bikin, ragihand: Divê cîhan li hemberî vê hereketa Amerîkayê bisekine neku divê berdêlên berfiretir û girantir bide.

Başa dön tuşu