ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bîrûbawerên Îranê bi berxwedanî û sebr û hedarê gihêştine encamê

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Muhemmed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe ya duh duşemê tev îraniyên ku li Norwêjê dijîn destnîşan kir; Desthata rêketin, berxwedan û gotûbêja gelê Îranê tev cîhanê bi curekê bû ku her du aliyan ji van gotûbêjan qazanc kir û hemû aliyên gotûbêjê ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 razî bûn.

Zerîf bal kişande teblîxat û propagandeyên dijî pênaseya îranî li cîîhanê û got: Ev Propagandeyên şaş bi xebata îraniyan ji nav diçin û serketinên ciwanên îranî li babetên curbicur ên zanistî yên wekî Nanobiyoteknolojiyê, Îran ji şer û boykotan derbas kiriye.

Zerîf herwisa îcrakirina abûra bi berxwedanê bi menaya qutkirina peywendiya abûrî tev cîhanê nedaye zanîn û got: Abûra bi berxwedanê tê wateya xebatên hundirî û bikaranîna zirûfên heyî li nav welêt û îstifadeya ji deshat û encamên derveyî .

Zerîf destnîşan kir; îraniyên ku li derve ji welêt dijîn pira peywendiya Îranê û welatên ku têda dijînin û cuda ji nêhrînên siyasî û etnîkî nûnerên çanda mezin a îranî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu