ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Pitgiriya Îranê ji rawestana li ber terorîzmê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên erebî û Efrîqayê cardin piştgiriya Komara îslamî ya Îranê ji rawestana li ber terorîzmê li welatên navçê ragihand.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên erebî û Efrîqayê, Huseyn Emîr Ebdullahiyan roja yekşemiyê li gotûbêja tev El-Alamê azadkirina bajarê kevnare ya Tedmurê (Palmîrayê) yê Sûriyê ji bin kontrola terorîstên DAIŞê pîroz kir û tekez kir : Piştgiriya Îranê ji rawestana li ber terorîzmê li Sûriyê, Iraq û welatên li ber gefê dê bidome .

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên erebî û Efrîqayê destnîşan kir: Sûriye li riya rawestana li ber terorîzmê bi qawet dê pêşde here û terorîstan li pêşeroja navçê ti cih û şûnek tinabin .

Emîr Ebdulahiyan ser pêwîstiya kiryara bibandor û komî ya navçeyî û navneteweyî bona serkutkirina terorîzmê tekez kir û got : Hemî cîhan dê ji ber berfirehbûna vê pirsgirêkê ziyanê bikin .

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên erebî û Efrîqayê bal kişand ser rewşa Yemenê û got : nabe welat rê bidin ku Yemen bibe ciheke nû bû geşatî û berfirehbûna terorîzmê li navçê .

fermadetiya giştî ya hêzên çekdar ê Sûriyê siba roja yekşemiyê kontrola tam ser bajarê dîrokî û kevnare ya Tedmorê ragihand û tekez kir : ev serketina destpêkek bo şikest û jinavçûna grûpa terorîstî ya DAIŞê ye . (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu