ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf bo Til Avîv, Waşîngton û Riyazê: Lîstik êdî teva bûye, hûn nikarin DAIŞê vejînin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi piştevaniyên Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Erebistana Siûdî ji têrorîstan li navçeyê got: Hewildana Amerîkayê jibo vejiyandina komên têrorîst li navçeyê bêencam e.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê wek berteka li hemberî kiryara dijî Îranê ya nû ya Amerîkayê, tevî weşandina wêneyên hin raporên mêdyayan ku nîşan dide Rêjîma Siyonîst, Amerîka û Erebistana Siûdî pişta El Qayîde û DAIŞê girtine, li Twîtterê nivîsî: “Derdayiyên şerê dijî têrorîsmê li navçeya me nikarin dîrokê paqij bikin. Tawanbarkirina Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî dê nema DAIŞ  û El Nusre û girêdayiyiên bi wan vejîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha nivîsî: Dem, dema wê yekê ku hûn vê rastiyê bipejirînin ku hemî bijartinên şaş pêk anîn û gorîkirina kesên din êdî dê nebe nejdara we.

Dewleta Amerîkayê roja Duşemiyê di dewama kiryarên dijî Îranê û siyaseta zexta li ser hêzên ku ji riya têkoşîna dijî komên têrorîst, pêşiya Waşîngtonê di warê pêşdabirina armancên wê li navçeyê girtine, navê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di lîsteya xwe ya rêxistinên qaşo têrorîst zêde kir.

Gellek ji siyasetvan û karzanên amerîkî derbarê dûhatên vê kiryara Trump jibo welatê xwe dilgiraniya xwe diyar kirine.

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî vê kiryara Trump, hêzên amerîkî yên çekdar li navçeyê (Sentkam) wek “Koma Têrorîst” binav kir.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roleke girîng di warê têkoşîna dijî têrorîstên bin sîvana piştevaniya Amerîkayê li navçeyê heye. Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li jibo têkoşîna dijî komên tekfîrî û têrorîstî li Iraq û Sûriyê li ser daxwaza fermî ya van welatan, alîkariyên rawêjkariyê dide wan; Lê trump qet ji vêya hez nake.

Başa dön tuşu