AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Boykotkirina Banka Navendî ya Îranê asêbûna Amerîkayê nîşan dide

Wezîrê Karên Derve yê Îranê boykotkirina Banka Navendî ya Îranê ji hêla Amerîkayê ve nîşana asêbûna vî welatî zanî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li New Yorkê li koma nûçegîhanan bi gotina vê yekê ku boykotkirina dubare ya Banka Navendî ya Îranê ji hêla Amerîkayê ve, binpêkirina hemî sozên navnetewî yên têkildarî parastibûna Bankên Navendî ye, dîyar kir: Dema ku Amerîka çend caran navendekê boykot dike, nîşana wê yekê ye ku sîyaseta wî ya “zexta herîzêde“ pêrgî işkestê bûye.

Zerîf herwiha got: Amerîka bi boykotkirina dubare ya Banka Navendî ya Îranê dixwaze ku pêşîya kirrîna xwarek û dermîn ji derva jibo gelê Îranê bigire.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê ihtimala pişkdarîya Amerîkayê di civîna Komsyona Hevpar a Rêketinama Atomî da ku yê roja Çarşemê were lidarxistinê, got: Pêşnîyara vê yekê nehatîye kirinê lê jibo pişkdarîya Amerîkayê di wê komsyonê de çi bi awayê mêvan û çi jî weke endam, kutakirina şerê aborî yê dijî Îranê pêwîst e.

Başa dön tuşu