ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf çû Qazaqistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo pişkdarîya li civîna wezîrên karên derve yên welatên dorhêla Deryaya Xezerê, ji Têhranê çû Almaataya Qazaqistanê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li civîna çapemenîyê ya hevpar digel wezîrên karên derve yên Ûrsêt, Azerbaycan, Tirkmenistan û Qazaqistanê, yê daxûyanîya taybet a civîna serokoman amade û karên komxebata taybet a Xezerê serhev da bidin.

Civîna buhurî ya wezîrên karên derve yên welatên derdora Deryaya Xezerê di 4 û 5`ê Kanûna sala 2017`ê li Moskowê hat lidarxistin û di wê civînê de pergala hiqûqî ya Deryaya Xezerê hat amadekirin û çav li rê ye li civîna serokan a li Oktaoyê were wajokirinê.

Pêncemîn civîna serokên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê dê sibê yekşemî li bendera Oktao ya Qazaqistanê were lidarxistin.

Başa dön tuşu