ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dê tu şik û gumana me jibo berevaniya ji xwe tunebe

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf destnîşan kir: Em li dû kêşeyê nînin, lê eger êrîşî ser me bê kirin, emê bêguman berevaniya ji xwe bikin.

Mihemed Cewad Zerîf ku jibo beşdariya di civîna salê ya rayedarên pileberz ên Konseya abûrî-civakî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çûye New York’ê, di gotûbêja digel CNN3ê da tevî amajeya bi bê encambûna zext û gefên Amerîkayê li dijî Îranê bi mehneyên cûrbicûr got: Eger Amerîka ehmeqiyê bike û êrîşî ser Îranê bike, Komara Îslamî ya Îranê dê bi awayekî qahêm jibo berevaniya ji xwe bikeve tevgerê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Amerîkayê bi boykotkirin û zexta dijî Îranê di çil salên bihurî da tenê xwe ji bazara mzin a Îranê bêpar kiriye.

Zerîf got: Bijardeya me berxwedana li hemberî her cûre zextekê ye, lê eger Amerîka li dû riyekê ku bi avrûdarî ji vê rewşê derkeve, rêkar heye.

Zeerîf biryar e piştî New Yorkê jibo beşdariya di civîna Wezîrên karên derve yên Tevgera Qeydnenasan here Venezuêlayê.

Hevdîtinên digel rayedarên dewleta Venezuêlayê jî di bernameyên Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê da ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha piştî çûyîna bo Venezuêlayê jibo hevdtinên dualî dê biçe du welatên Nîkarague û Bolîviyê li Amerîkaya Başûr.

Başa dön tuşu