ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: ECO rewşke jibo berfirehkirina hevkariyên navçeyî ye

Muhemed Cewad Zerîf bal kişand ser vê yekê ku ECO yek ji rêxistinên herî kevn ê hevkariyên aboriyê li cîhanê û li halê pêşketinê li Asiyayê tê hejmar û destnîşan kir: Li dawiya  sê sala  serokatiya  Komara Îslamî ya Îranê li konseya wezîrên  ECOyê,  sibê sêşemiyê li 22 mîn  civîna  konseya  wezîrên  ECOyê, serokatiya dewrê  dê bê guhestin bo Pakistanê.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê eykê ku  bernameyên  pir baş li ECOuyê jibo hevkariya  navbera endaman  heye û diyar kir: Îranê di dema  serokatiay xwe li ECOyê hewl da ku   ev bername  ser qazanca  hemî endaman be û  hêcçvî dike ku   Pakistan jî vê hewldanê bidomîne.

Îslambada, paytexta Pakistanê, mazûvanê 22 mîn civîna  wezîrên karên derve yên  ECOyê û roja çaremiyê jî mazûvanê 13 mîn  civîna  rayedarên ECOyê be.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina  hevkariya  aboriyê (ECO) ne.

Başa dön tuşu