ÎranNûçeRojhilatanavin

Reberê Înqilabê li ser meytê ayetullah Haşimî Refsencanî, nimêj kir

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi beşdariya li rêûrisma oxirkirin û rakirina meytê ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, serokê rehmetî yê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî ya Îranê, li ser meytê wî nimêj kir.

Di vê rêûrismê de serokên sê dezgehan birêvebirina karûbarên welêt, endamên civaka kivşkirina xêr û kara nizama Îslamî, nûnerên Meclisa Şarezayên Rêberiyê û Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, qumandeyên leşkerî û ewlekariyê yên payebilind, xetîbên nimêja îniyê li seranserê Îranê, wezîr û alîkarên serokomar, parêzgar û berpirsên din ên welêt beşdar in.

Herwiha komek ji sefîrên welatên biyanî li Têhranê û sefîrên Komara îslamiya Îranê li derveyî welêt û hin rayedarên welatên din, di vê rêûrismê de beşdar in.

Xelkê qedirnas ê Îrana Îslamî, bi amadebûna berfireh li zanîngeha Têhranê, jibo xatirxwestina ji ayetullah Haşimî Refsencanî, yarê kevn ê Îmam Xumeynî (re) û rêberê giranqedr û hevsengerê bizava Îslamî, beşdarî rêûrismê bûn.

Meytê ayetullah Haşimî Refsencanî, wê piştî rakirinê ji zanîngeha Têhranê, li bargeha paqij a Îmam Xumeynî (re) bspêrini axê.

Ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, yekşemiyê bi şev ji bernexweşiya dil, li nexweşxaneyeke Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu