ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Hemî krîz bi dîplomasiyê çareser dibin

Wezîrê karên derev yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku nabe qeyraneke nû ser navçeyê bê sepandin û got: Tu qeyranek tine ku dîplomasî nekaribe wê çareser bike.

 Muhemed Cewad Zerîf roja çarşemiyê li twîterê nivîsî: Her ewqas ku bi gotûbêjê  em li dawîbûna  qeyrana Sûriyê nêzîk dibin, divê em vî karî jibo Yemenê jî bikin.

Wezîrê karên derev yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku nabe qeyraneke nû bi bombebaran, gef an îstifakirinê li navçeyê bê sepandin û destnîşan kir. Pêştir hatiye selmandin ku tu qeyranek tine ku bi riya dîploamsiyê neyê çareserkirin.

Zerîf her wiha got: Armanca Îarnê dabînkirin û parastina aşitiyekê ye ku  tu aliyek jê bêpar nebe.

Xêncî qeyrana Sûriyê li sala 20111`an û qeyrana Yemenê ji Adara 2015`an  bi destdirêjiya Rejîma Siûdî û terorîstan ser welatên hanê destpê bûye li rojên derbasbûyî, navçey bûye şehedê hewldanên bereya siûdî-siyonîstî jibo pêkanîna qeyraneka nû.

Sed Herîrî roja şemiyê ji Riyazê, sîtifaya xwe ji posta serokwezîriya Lubnanê raghand û piştî wê hin kiryar li dijî Îranê û li dijî Hizbullahê xistin rojevê.

Li gorî arghandina  karzanan, ragahndina  îstifaya Herîrî li Erebistanê û gotinên li dijî Îranê û li dijî Hizbullaha  Lubnanê, eşkere vê meselê nîşan dide ku Alê Siûd û Rejîma Siyonîstî rola sereke  hebûne li kiryara  nişkêveyî ya Sed Herîrî.

Başa dön tuşu