CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Îran amade ye ku hevkariya digel cînarên xwe bike“

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Komara Îslamî ya Îranê ji bo serêxwegirtina tenahî û aramiyê li navçeyê, amade ye ku tev hemî cînarên xwe hevkariyê bike“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li hevpeyvîna digel kanala têlêvîziyonî ya El Meyadîna LIbnanê bi gotina vê yekê ku hemî welatên navçeyê tûşî pirsgirêka têrorîsmê ne, destnîşan kir: “Îranê bê alîgiriyên m,ezhebî pişta welatên navçeyê girtiye“.

Zerîf bi gotina vê yekê ku Îranê pişta Qeterê li hemberî dorpêça çar welatên erebî girt, her wiha got: “Tu yek ji gelan divê li hemberî dorpêçkirinê çok li erdê daneyne; Elbete Îranê destê xwe li pirsgirêkên navxweyî yên welatên din wernade“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Komara Îslamî ya Îranê di rêya berbelavkirina yekîtiya îslamî berdêleke giran daye û hema wisa vê rêyê didomîne“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser rewşa qeyranî ya misilmanên Miyanmarê û got: “Min li ser misilmanên rohîngiyayî li Miyanmarê tev wezîrên karên derve yên Tirkiye û Endonizyayê gotûbêj kiriye“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bersiva pirsekê li ser îmkana hevkariya digel Erebistanê jî got: “Îran hertim amade bûye ku tev gişt welatên îslamî ji wan Erebistanê jhevkariyê bike“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku şerê niha li dijî gelê Yemenê, karekî neberaqil e, destnîşan kir: “Erebistan pû Imarat û welatên din ên beşdar li şerê Yemenê, tu yekî negihîşte armancên xwe“.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê mijara Filistînê jî wek pirsgirêka herî mezin a umeta îslamî da zanîn û got: “Hemî welatên îslamî divê li dor mêhwera Filsitînê kom bibin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu