ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran hertim xêrxwazê welatên navçê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Welatên navçê tu riyek xîncî gotûbêja tev Têhranê tunînin; Ji ber ku Îran hertim xêrxwazê welatên navçê ye.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a ISNA`yê, bal kişande ser dewama gotûbêjan bona çareserkirina kirîzên navçê got: Îran xêr û qazanca xwe li navçê li çarçîva hevkarî, rêketin û gotûbêja tev welatên cînar dizane.

Zerîf bal kişande ser viya ku hinek ji welatên navçê pê siyasetên xwe yên şaş hêza xwe li navçê ji dest dane destnîşan kir; Mixabin hinek ji welatên navçê ji terorîstan piştevaniyê dikin û pê birêxistina helahelayê dixebitin ku pirsgirêkên ku wan çêkirine bavêjin ustiyê welatên din û bi xwe wan kirîzên ku çêkirine qebûl nakin.

Zerîf destnîşan kir; Îran dibêje welatên cînar ku dest ji siyasetên xwe yên berê ku xîncê kavilî û nearamkirina welatên wan û navçê hasilek tune berden û venêhrînekêli van cure siyasetên xwe pêk bînin.

Wî li bara kiryarên vê dûmahîkê yên Erebistanê bi taybet siyasetên dijî Îranê yên Riyazê jî got: Karbidestên Erebistanê li dewsa ku rewşê bona gotûbêjê amade bikin hema wisa siyasetên xwe yên berê ku dibe sebeba aloziya navçê didomînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser viya ku ev cure siyaset û zextûzor li dijî Têhranê bê encam in û got: Li dewrana nû, navçe û civata navnetewî tu zordariyekê qebûl nake û kesên ku bi dû zêdekirina desthilata xwe ne, rastî şaşitiyê hatine.

Zerîf zêdegavî, tundrêtî û terorîzm wek xeterên hevpar ên navçê da zanîn û destnîşan kir; Têrorîzma navçê li pêşerojê dê davîna van welatan bigire ku alîkariya terorîstan kirine û piştevaniya abûrî, siyasî û çekdarî dane wan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu