ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran li babeta rêketina navokî bi hêviya Ewrûpa namîne

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li bara gotûbêjên Îranê û Ewrûpa got: Îran li babeta rêketina navokî bi hêviya Ewrûpa namîne.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li kêlega civîna peymangirêdana bayloz û berpirsên wezareta karên derve yê welêt tev armancên Îmam Xumêyînî(RE) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê li merqeda paqije Îmam Xumêyînî (RH) got: li babeta îcrayî ji aliyê rojava û aliyên gotûbêja navokî tev îranê micidiyek berbicav nayê dîtin.

Zerîf bal kişande ser viya ku roja îro Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî siyaseta Amerîka digerîne destnîşan kir: Amerîka û Rejîma Siyonîstî li projeya xwe ya tirsandina welatên cîhanê ji Îranê bitenê mane û hevalbendên wan yên nîzik jî hevrêtiya wan naken.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Rejîma Siyonîstî û Amerîka dijî Îranê odeya şerê abûrî pêk anîne ta ku Îran reftarên xwe biguherîne lê ev xebata wan jî bê encam ma û gelek ji welatên cîhanê neyartiya xwe tev vê siyaseta wan dane diyarkirin.

Wezîrê û berpirsên wezareta karên derve yê Îranê û baylozên Îranê li welatên cîhanê duh şemiyê tev Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî hevdîtin pêk anîn.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê li vê hevdîtinê got: Gotûbêja tev Ewrûpiyan bila qut nebe lê gere ku bi hêviya pakêta ewrûpan nemînin û xebatên nav welêt bi micidî bêne domandin.

Başa dön tuşu