ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Îran li warê mûşekî tu astengiyekê napejirîne“

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Komara Îslamî ya Îranê li bara parastina şiyana xwe ya mûşekî û berevaniyê nema astengiyekê ji aliyê welatên rojavayî va dipejirîne“.

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja Îniyê li gotûbêja bi Kovara amerîkî ya News Weakê, li ser pêwîstiya parastina şiyana mûşekî  û berevaniya Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir.

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê mûşekên Balistîk ên Îranê ji bo rakirina çekên navokî nehatine çêkirin, got: “Ceribandinên mûşekî yên Îranê bi wateya binpêkirina rûhê Lihevkirina Navokî nîne û ev dceribandin tenê bi armanca berevaniyê ne“.

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku Îran nema çekên navokî dişopîne, destnîşan kir: “Lê Îranê li gorî qanûnên navneteweyî û Lihevkirina Navokî hin bijardeyên xwe hene û li bersiva bo derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, hertim li ber dest in“.

Zerîf li bersiva vê pirsê ku gelo fikir dike heke Lihevkirina Navokî were betalkirin, wê Ewropa aliyê Amerîkayê bigire? got: “Lihevkirina Navokî piştî wê hat bidestxistin ku giştan fêm kir ev rê baştirîn rê ye“.

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Îranê li bara bersiva xwe li hemberî rewşa binpêkirina Lihevkirina Navokî biryar nedaye û piştî nirxandina bersiva aliyên din ji wan ewropaiyan, wê biryarên pêwîst bide“.

Wezîrê kaêrn derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bersiva pirsekê li ser piştgiriya Îranê ji Bişar Esedê serokomarê Sûriyê û pêşeroja siyasî ya vî welatî, got: “Tenê gelê Sûriyê wê li ser pêşeroja siyasî ya welatê xwe biryarê bide“.

Zerîf li bara stratijiya Rêjîma Siyonîst li navçeyê jî got: “Rêjîma Israîlê Îranê wek mehneyek ji bo berfirexwazî, binpêkirina mafên gelê Filistînê û bidestxistina çekên navokî bi kar tîne û rêjîma Israîlê tenha rêjîma xwedan çekên navokî li Herêma Rojhilata Navînê ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu