ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran nakeve ber bandora gefan

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember gefên vê dawiyê yên rayedarên emerîkî li twîtera xwe nivîsî: Îran nakeve ber bandora gefan.

 Li gorî rapora îro ya Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember îdiaya  rayedarên  rojava bitaybet Emerîkayê derheq ceribîna  mûşekî ya Îranê nivîsiye: Ewlehiya Îranê ji piştgiriyên gelanî çavkaniyê digre.

Muhemed Cewad Zerîf destnîşan kiriye ku Îran tu carî şer destpê nake, lê jibo berevaiya  xwe dê ser amûrên xwecî bixebitîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê çend rojan berî niha jî li civîna  rojnamevaniyê ya hevpar tev wezîrê karên derve yê Fransayê li Têhranê tekez kiribû ku Îran jibo berevaniya xwe û xurtkirina hêza xwe ya berevaniyê ji tu kesî îznê nastîne.

Maykel Felîn şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya  dewleta Emerîkayê îdia kirye ceribandina mûşekî ya Îranê li dijî biryarnama 2231`an a konseya ewlehiyê ya NY  ye û dewleta Emerîkayê dê ji vê şûn de, bala xwe bide  ser Îranê û pêngavên wê.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu