IraqNûçeRojhilatanavin

Heşdê Şebî jibo cidakirina Teleferê ji Sûriyê dê endamên terorîstî bixe bin zextê

Hêzên besîca gelanî ya Iraqê (Heşdê Şebî) ragihandin ku qonaxa çaran a operasyona azadkirina mêhwera rojava Mûsilê destpê dibe.

Fermandê Heşdê Şebî bal kişand ser vê yekê ku hêzên seferberiya gelnaî bi amadetiyên tam ên locestîk û eskerî qonaxa çaran a operasyona rojava Mûsilê destpê kirin û ragihand ku operasyona îro ji rojava  bajarê Teleferê heya sînorê Sûriyê û bi armanca qutkirina tam a riya  gihandina alîkariyên terorîstên DAIŞ`ê ji Sûriyê cih tê.

Li gorî vê raporê, operasyona Heşdê Şebî jibo cidakirina Teleferê ji Sûriyê dê endamên terorîstî bixe bin zextê.

Hêzên Heşdê Şebî li 14 Mijdara buhurî qonaxa sisiyan a operasyonê  bi azadkirina  balefirgeha  Teleferê bi dawî anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu