CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran rê nade Amerîka Tengerêya Hormizê nearam bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê rê nade Amerîka rewşa Tengerêya Hormizê (li başûra Îranê) aloz bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf îro li rex civîna Civata Gotûbêja Hevkarîya Asyayê li Duhaya paytexta Qeterê di hevpeyvîna digel Kanala Al Jazeerayê de herwiha got: Ewa ku Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton bi dû destpêkirina şêrr himberî îranê ye, ne tiştekî nû ye, ji ber ku wî di sala 2015`ê de di hevpeyvîna digel Rojnama New York Times`ê de, gefa şerê navokî li Îranê xwar.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi gotina wê yekê ku Têhran ne xwazyarê gurrkirina gêreya digel Waşîngtonê ye, dîyar kir: Kendava Farsê û Tegerêya Hormizê rola jîyanê jibo Îranê hene û Îran dixwaze ku gemnîyên hemî welatên cîhanê bi awayekî azad û ewleh derbas bibin.

Wî amajeyî xerckirina 7 tirilyon dolarî ji hêla Amerîkayê li rojavaya Asyayê kir û got: Dewleta Amerîakyê devera Rojhilata Navînê ji nav bir û gellek amerîkî bê heger û bê armanc li vê herêmê hatin kuştinê.

Zerîf roja Sêşemê jibo pişkdarîya di şanzdehemîn civîna Wezîrên karên Derve yên Civata Gotûbêja Hevkarîya Asyayê de çû Duhayê.

Civata Gotûbêja Hevkarîya Asyayê di Hezîrana sala 2002`an de bi armanca alîkarîya bo pêşxistina aborî û bingehsazîya bo bidestxistina aştîyeke mayinde bi rêya gotûbêj û danuistandina welatên herêmê hat damezirandinê. Niha 34 welat endamê Civata Gotûbêja Hevkarîya Asyayê ne.

Başa dön tuşu