NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûriyê duh bi kuştin û birîndarkirina gelek ji terorîstan li Rojavayê bajarê Palmîrayê pêşketinên berbiçav hebûne

Li gor rapora Al-Alamê hêzên artêşa Sûriyê li du deverên El-Mecbel û El-Remel , çend riyên ber bi medreseya El-Sewaqeye li rojavayê bajarê Palmîrayê azad kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê herwiha gundên Mexare Ebûcebar, Meşaref Ebûcebar, Resim El-Kema, Resim El-Kebîr, Şuweylîx û gira stratejîk a Hemîmîm azad kirin û xisarên giran ên malî û canî li terorîstan xistin.

Herwiha artêşa Sûriyê li şereke giran li dij terorîstên DAIŞ`ê karî ku beşa rojavayê El-Beyaratê azad bikin.

Artêşa Sûriyê li devera Hey El-Menşiye ya Derayê jî pêşveçûna xwe berdewam kir û rê li ber terorîstên ku dil hebûn ji aliyê El-Kerk û Yermûkê pêşve herin  girtin.

Balafirên Sûriyê jî terorîstên DAIŞ`ê li devera El-Meqbir a başûra Dêra Zorê bombebaran kirin û gelek kes ji wan kuştin û xisarên giran li wan xistin.

Artêşa Sûriyê li Tel El-Rewaê ya başûrê rojavayê Dêra Zorê balafireke bê pîlot a terorîstan xistin erdê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu