ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îranê heqê xwe heye ji Peymana Navokî derkeve

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh bal kişand ser bê soziyên Amerîkayê û binpêkirina peymanan ji aliyê vî welatî û got: Îranê heqê xwe heye ji Peymana Navokî derkeve û cardin zengînkirina uraniyomê despê bike, çûnku Waşîngtonê ev peymana şikand û xiste bin piyên xwe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li hevpeyvîna bi kanala Îtalyayî ya Rai News24  re daxwazên Amerîkayê ji Ewropayê ku bila danûstandinên xwe yên ticarî û fînansî bi Îranê re rawestînin û li warê boykotan hevkariya Waşîngtonê bike, neqanûnî û bê bingeh da zanîn û desnîşan kir: Heke Ewropa dixwaze li babeta serweriya xwe serbixwe bimîne pêwîst eli hemberî xwestekên nerewa yên Amerîkayê bisekine.

Zerîf got: Heke pêşiya zêdexwazî û zorbêjiyên welatekî zorbêj were girtin û kes nehêle ew bigihêje armancên xwe yên nerewa, êdî zorbêjî digihêje dawiyê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser fikr û xeyalên pûç ên serokê Amerîkayê Donald Trump derheq vê yekê ku ji ber boykotan Îran vedigere ser masa muzakireyê û got: Trump piraniya siyasetên xwe derheq Rojhilata Navîn li gor van fikr û xeyalên pûç organîze dike.

Zerîf got: Eva Amerîka ye ku ji Peymana Navneteweyî ya Navokî derket ne Îran.

Başa dön tuşu