ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îranê hertim daxwaza kutabûna şer û pevçûnan di navbera Ermenistanê û Azerbaycanê kiriye

Wezîrê karên dreve yê Îranê ku bona beşdariya li civîna sê-alî ya navbera Îran, Azerbaycan û Rûsiyê sefera Bakûyê kiriye dema gihêşte vî bajarî got ku Îran hertim dixwaze şer û pevçûnan navbera Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê bi dawî werin .

Li gorî rapora nûçegihanê şandî yê Tesnîm Newsê bo Bakûyê, Muhemed Cewad Zerîf , wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku bona beşdariya li yekim civîna hevpar a wezîrên karên derve yên Îran , Rûsiye û Azerbaycanê sefera Bakûyê kiriye dema gihêşt paytexta Azerbaycanê got : li gorî hevpeyvîna ku Îlham Eliyêv li Têhranê tev serokkomarê Îranê hebû, biryar hat dayîn ku civîneke sê qolî navbera Îranê, Azerbaycanê û Rûsiyê bona hilkolandina berûlayên hevkariyên navbera sê aliyan bi taybet li warê tranzîtê û mijarên din birêve here .

Wezîrê karên dreve yê Îranê got : Biryar e em yekim civîna sê qolî sibê li Bakûyê birêve bibin ku li bara şêwazên hevkariyê gotûbêjê bikin û eva hokara sereke ya sefera Bakûyê ye . Helbet dê bibe derfetek ku her yek ji aliyan li hevfdîtina dualî mijarên giringe navçeyî û anvneteweyî hilkolin .

Zerîf li dewamê bal kiaşnd ser civîna duh a xwe tev hevtayên xwe yên azerbaycanî û tirk li Ramserê û got : Me duh wezrê karên dreve yê Azerbaycanê gotûbêj kir lê ji ber alûgurên navçê derfetek e ku dîsa jî gotûbêjê bikin û Îran tim pêkutî kiriye ku ser kuatkirirna pevçûnên navbera Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê û pêwîst e ku ev şer û pevçûn bi dawî werin .

Wî got ku : Minê derfetek jî hebe ku tev Lavrov li bara meselên curbicur ji wan mesela Sûriyê û alûgurên navçê gotûbêjê bikim. sercem dê bibe derfeteke baş hem bona hevkariyên sê qolî û hem jî hevakriyên du alî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu