ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îranê tu sînorek ji bo berfirehkirina pêwendiyan bi Pakistanê ra tune

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewama hevdîtinên xwe li gerra Pakistanê, çû dîtina wezîrê karên derve yê vî welatî û pê ra axivî.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja Îniyê li hevdîtina bi Mexdûm Şah Qureyşî, wezîrê karên derve yê Pakistanê, Pakistan wek cînarek girîng ji bo Îranê da zanîn ji bo Îran tu berbend û sînorekê ji bo pêwendiya pêra tune.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku tu welatekî sêyem nikare pêwendiyên Têhran û Islam Avayê bandora nerênî bike, û li ser berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên du aliyan di asta dualî, navçeyî û civatên navneteweyî ş hevkariya du welatan li warê dabînkirina ewlehiya sînoran, hevkariya perravên Çabehar û Guwaderê, bazarên sînorî, hevkariyên bankî û diyarkirina rêjîma tarifan navbera du welatan pêgirî kir.

Mexdûm Şah Qureyşî, Wezîrê karên derve yê Pakistanê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser girîngiya pêwendiyên du welatan, wêdadayîna her cûre berbendê bi mebesta xurtkirin û berfirehkirina hevkariyên du welatan li warên cûrbicûr daxwaz kir.

Du aliyan her viha li ser hevkarî û piştgiriya ji helwêst û hevkariyên du welatan li mijarên Cîhana Îslamê pêgirî kirin.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê beriya vê hevdîtinê bi Qemer Cavîd Bacwa, FermaNdarê Hêza Zemînî ya Artêşê û Esed Qeyser, serokê Meclisa neteweyî ya Pakistanê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Pêncşemiyê di serê desteyekê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên dewleta nû ya Pakistanê ra û bi armanca berfirehkirina hevkariyên du welatan gihîşte Islam Avaya paytexta vî welatî.

Başa dön tuşu