ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Kiryara eskerî ya dijî Sûriyê mehkûme û ji bo ewlehiya navçê bi xeter e

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya telifûnî ya şeva îniyê tev Hayko Mas hevtayê xwe yê almanî bilî mehkûmkirina bikarbirina çekên kîmyawî ji aliyê her aliyekê li nav Sûriyê ragihand her cure kiryarekî eskerî dijî Sûriyê bi mihaneya çekên kîmyawî mehkûm û ji bo aşitî û ewlehiya navçê bi xeter e.

Zerîf ser pêwîstiya lêkolînên navnetewî li bara îdiaya biikarbirina çekên kîmyawî li navça Dûmayê li Qûteya Rojhilatî sekinî.

Terorîstên musteqer li Dûmayê şemiya bihurî dewleta Şamê bi êrişa kîmyawî ser vê navçê tawanbar kirin li halê ku dewleta Sûriyê ev îdiaya bi şîdet ret kir.

Piştî vê îdiaya terorîstan medyayên rojavayî û erebî yên piştevanê terorîstan şerekî girane pîskolojîk dijî Şamê destpê kirin.

Amerîka û hindek ji welatên hevalbendê vî welatî ji vê hela helaya medyayî istifade kirin û bêyî hebûna tu belgeyek bi hêtibar dewleta Sûriyê tawanbar kirin.

Eva li halekê ye ku wezareta berevaniya Rûsiyayê dûşemiya bihurî ragihand ku artêşa vî welatî tu şûn û eserek ji bikarbirina çekên kîmyawî li Dûmayê nedîtine.

Amerîka û hevalbendên xwe ku nîgeranê işkestxwarina terorîstan li nav Sûriyê ne, sibeya îro bi êrişên mûşekî çend navçên nav axa Sûriyê kirine hedefa êrişên xwe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu