CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf li gotûbêja bi CNNê ra: Itirafa Pempeo nîşan da ku hegereka xurt ji bo boykotkirina Îranê tunebûye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê li gotûbêja bi kanala têlêvîziyonî ya CNNê ya Amerîkayê destnîşan kir ku itirafa vê dawiyê ya bijardeya pêşniyarkirî ya Donald Trumpê serokomarê Azmerîkayê ji bo rûniştina li ser kursiya wezareta karên derve ya Amerîkayê li vî warî da ku Komara Îslamî ya Îranê tu wextî li dû çekên navokî nebûye, nîşan da ku tu hegerek ji bo boykotkiirna Îranê tunebûye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf her wiha got: Niha jî Amerîka li dû sepandina dubare ya boykotan li dijî Îranê ye, ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê li dû çekên navokî nîne.

Mayk Penpeo roja Pêncşemiyê, 12ê Nîsanê li civîna Komîteya pêwendiyên derveyî ya Sênaya Amerîkayê bi mebesta hilkolandina hêjatiya wî ji bo rûniştina li ser kursiya wezareta karên derve ya Amerîkayê hat lidarxistin, got: Îran beriya Lihevkirina Navokî jî li pey çekên navokî neçû. Niha jî heta radeya ku ez pê dizanim tu nîşaneyek ji vê yekê ku tune ku heke Lihevkirina Navokî nebe, îranî dê berê xwe bidin çekên navokî.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Almanya) ji meha Çileya 2016an va ketiye ser rêya cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wekî endamekî vê komê hertim ser rêya cihanîna wê astengî û berbend çêkirine.

Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, berûvajiya helwêstên  aliyên din ên rêketinama navokî,  tim rêketinnama navokî, hevhatineke  Bi Xeter daye zanîn û daxwaza lihevxistinê wê dike lê cîhan dijberê vê  kiryara serokkomarê Amerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu