ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Nabe YE li hevkariya tev Îranê bikeve ber bandora kiryarên hêzxurtan

Dr. Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê  Îranê îro piştî nîvro tev xanima  Êlîzabêta Bîn Kofska komîsyonera pêşe û karsaziyê ya YE ku niha sefera Îranê kiriye civiya û gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê bal kişand ser warên curbicur ku jibo hevkariya navbera beşên nedewletî û dewletî yên Îranê û YE heye û tekez kir ku  divê pirsgirêkên li peywendiyên du welatan werin çareserkirin û rola YE li  bikaranîna rewşa piştî rakirina boykotan pir giring  e.

Wî got: YE  li hevkariya tev Îranê nabe bikeve ber bayê kiryarên welatên din.

Xanima  Êlîzabêta Bîn Kofiska komîsyonera pêşe û pêkanîna kar û xebatê ya YE jî li vê hevdîtinê ser berfirehkirina  hevkariyên  vê yekitiyê û Îranê li warên  curbicur tekez kir.

Wê bal kişand ser zêdebûna meyl û viyana welatiyên ewrûpî jibo sefera Îranê û geştyariyê yek ji warên herî  biqawet jibo hevkariya  navbera Îranê û YE da zanîn.

Wê her wiha da zanînê ku em li dû hevkarî û prespektîvên demdirêj  bo peywendiya tev Îranê ne û em bawer in ku divê rewş jibo cihatina vê hevkariyê bi zûtirkê were amadekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu