ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Pencereya fersendê ya ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê her û her vekirî namîne

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: “Pencereya înîsiyatîfê dê ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê her û her vekirî namîne,” wî got. “Înîsiyatîf tenê li destê Waşîngtonê ye.”

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zarîf roja Înê di gotarekê de ku di rojnama Amerîkî Foreign Affairs de hatiye weşandin, nivîsiye ku rêveberiya nû li Waşîngton bi hilbijartinek bingehîn re rû bi rû ye û di dewmê de diyar kir: “Rêvebiriya Biden an dê siyasetên têkçûyî yên rêveberiya Trump bişopîne û Riya hevkariya navneteweyî û hiqûqa navneteweyî bê nirx bizane an dev ji riyên bê encam û têkçûyî berde û geşkirina aştî, dostî û serfiraziya li herêmê bişopîne.

Zerîf herwiha bal kişand ser kiryarên bê ewlekir ên Amerîkayê li navçê yên wekî şehîdkirina Serdar Silêmanî û got: Amerîka bi terorkirina serfermandarek navdar ê şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê û komên din ên çekdar li Iraq û Sûrîyê cinayeteke ku qet nayê bexşandin û li nav lîsteya xwe ya dirêj ya êrişên dijî Îranê zêde kir. 

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist ku Amerîka bi derketina ji Lihevkirina Navokî ji ber pabendbûna Îranê li rêkeftina Navnetewey ya Peymana Navokî boykotên heralî û şerê aborî li dijî wê sepand û ew ceza kir, herwiha wî got: “Îran ji Gulana 2019 ve, li gorî peyman. “Nukleerî şiyanên xwe yên nukleerî bi awayê berbiçav zêde kir.

Zerîf destnîşan kir ku rêvebiriya nû ya Biden hîn jî dikare peymana nukleerê xilas bike, lê bi şertê ku heke cezayên ku ji dema serokomariya Trump ve hatine danîn rake.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Ji xeynî pirsgirêka navokî, Îran hertim amade bû ku mijarên ku herêma me aloz kirine gotûbêj bike û destnîşan kir ku îhtîmala ji nû ve danûstandina ser mesela navokî tune.

Zerîf tekez jî kir ku eger rojava, û nemaze Amerîkî dixwazin ji şaşitiyên xwe yên berê dûr bibin divê ku têgihiştina xwe ji Îran û navçeyê baştir bikin, .

Başa dön tuşu