IraqNûçeRojhilatanavin

Banga ji bo xelkê Mûsilê: Neçin wan deran!

Hêzên esmanî yên Iraqê şeva borî (15-10-2016) bi hezaran belavok li ser Mûsilê de avêtin xwarê ku di wan de hatibû nivîsandin, “rizgarbûna ji DAIŞê nêzîk e”.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ê Iraqê ragihand ku şeva şemiyê li ser esmanên Mûsilê belavok hatine belavkirin.

Fermandariyê daxuyand ku di belavokan de hişyariyên pêwîst ji bo gelê Mûsilê hatiye destnîşankirin.

Di belavokan de gotareke Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî cîh digre ku gotibû: “Operasyona rizgarkirina Mûsilê nêzîk bûye û dem hatiye ku Iraq ji DAIŞê bê paqijkirin.”

Di nava belavokê de ji xelkê Mûsilê tê xwestin ku neçin nêzîkê baregahên DAIŞê, xwe ji DAIŞiyan dûr bigrin, di dema şer de ji malên xwe dernekevin û derbarê tevgera DAIŞiyan de agahiyan bidin hêzên ewlekariya Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu